Li Cizîrê welatiyek hate qetil kirin

08:19

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê ku bi saetan e di bin êrîşa çekên giran a leşker û polîsên tîmên taybet de ye li Taxa Nur welatiyek ku navê wî nehate zanîn di êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi saetan e leşker û polîsên tîmên taybet bi çekên giran taxan dorpêç kirine û bê navber êrîş dikin. Hate zanîn ku li ser Caddeya Botaş a Taxa Nur di êrîşa polîsan de yek ji wan giran 3 welatî birîndar bûne. Hate ragihandin ku welatiyê ku di êrîşê de giran birîndar bû û navê wî nehat zanîn ji ber ku polîsan asteng kiriye komên tenduristiyê werin cihê bûyerê û mudaxale bikin, jiyana xwe ji dest daye.

(rc)