ROJEVA 05 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:32
*Di 2 yê Îlonê de li Pîranê bi hinceta "xendek kolane" polîs ketin taxê û her der gulebaran kirin. Li navçeya ku di gulebaranê de bi şans kesê jiyana xwe jidest nedan û birîndar nebûn welatiyan gotin: "Weke Farqîn, Gimgimk, Lîce, Silopî û gelek cihan li vêderê jî qirkirinan bikin, ewlehiya canê me nîne."
*Gelek jin di Enfalê de hatin kuştin, revandin û rastî tecawizê hatin. Parlamentera YNK'ê ya berê Gulale Germiyan, diyar kir ku heta niha jimarek zelal a jinên hatine qetilkirin û revandin tune wiha got: "Li gorî daneyên fermî jin tenê firotine Misirê. Lê hêj agahî ji wan nehatiye girtin. Em bang li jinên hatine firotin dikin û dixwezin werin li welatê xwe vegerin. Her kes dê li wan xwedî derkevin. Ew dîroka me ya raperînê nin."
*Rêveberiya TEV -DEM'ê Çinar Amûdê diyar kir ku ew amedekariya tevlîbûna 3'mîn civîna Cenevra yê dikin. Çinar destnîşan kir ku ev civîn xwedî girîngiyek mezine û wiha got: "Ev civîn ji bo Suriyekî demokratîk dê bibe riya çareseriyê."
* Girtiyên PAJK'ê diyar kirin ku ser bedena jinan polîtîkaya şer dana meşandin sucê şere. Girtiyan dan zanîn ku wan di derbarê Emniyeta Muduriyeta Edeneyê û Şaxa TEM'ê ya polîsan ên ku îskenca zayendî li Fîgen Şahîn kirî de serlêdana suc kirine.
*Li dijî konsepta şer ya AKP'ê jin ji bo aştiyê dengê xwe bilind dikin. Endama BÎKG'ê Fîlîz Karakuş got: "Kesên li herêmê leşkeriyê dikin, dema ku ji şer vedigerin malê bêy ku 'behsa şer bikin' bi şîdeta li hember hevjîna xwe rastiyê xwe datîne holê. Lê ez dibêjim jin ne bi bûyerên şer bi berxwedaniya xwe hene."
* Nivîskarê pirtûka ‘Netewa zilam netewa leşker’ û akademîsyen Nurselî Sunbuloglu bal kişand ser konsepta şerê ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û got ku ev şer bi xwe re nijadperestiyê pêşxistiye ev yek jî giredayî pergela çanda êrîşkariyê ye. Nurselî da zanîn ku Hikumet û Serokomar bi zanebûn di daxuyaniyê xwe de ev çanda nijadperest û êrîşkar pêşdixin, nijadperestî jî yek jê populere ya din jî ya dewletê ye.
