Pevçûnên li Sûrê bênavber didome
14:08
JINHA
AMED - Li navçeya Sûrê piştî polîs û tîmên taybet bi wesayîtên zirxî taxên navçeyê dorpêç kirin pevçûn derket. DBP'a Amedê der barê mijarê de daxuyanî da û bang li gelê Amedê kir ku ji bo pêşiya komkujiyê bigire biçin taxên Sûrê yên ku pevçûn derketine.
Li navçeya Sûrê ya Amedê di seatên serê sibê de tîmên taybet û polîs bi wesayîtên zirxî taxên Fatîhpaşa, Hasirli û Lalebeyê dorpêç kirin, bi dorpêçkirina taxan re pevçûn dest pê kirin. Ciwanên taxê li hemberî êrîşên polîsan li taxan xendek kolandin û dorpêça polîsan hêj didome. Polîs têketin û derketina taxan bi wesayîtên zirxî girtine û destûr nade têketin û derketinê. Heyeta HDP/DBP'ê ya ji parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen pêk tê çûn Sûrê. Hat ragihandin ku polîs nahêlin heyet têkeve navçeyê.
Ligel ku li taxan dem bi dem pevçûn berdewan dikin jî tîmên taybet rasterast taxan gulebaran dikin. Der barê kuştî û birîndaran de heta niha agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Her wiha gengeşiya li taxan hêj berdewam dike.
(rc )
