ROJEVA 06 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:00
*Li gel di ser Enfala ku gelê kurd bi komî hatin qetilkirin re 28 sal derbas bûn, hêj di dil û hişê mirovan de pir zindi ye. Şahidên Enfalê diyar kirin ku dema wan bûyerên li Şengal û Kobanê dît bûyerên Enfalê hatin pêş çavên wan.
*Nîroz Ahmed Hesen a 10 salî ji ber ji nexweşiyek ji zaroktiya xwe astengdar dibe, lê li hemberî hemû nêzîkatiyên kêm dîtinê bi serkeftinên xwe têkoşîna xwe didomîne. Armanca Nîroz ya demê pêş wênesaz û zanyariya zimanê Kurdi ye.
*Leyla Saroxîn diyar kir ku AKP'ê li hember Xweseriya gelê Rojava bi çeteyên DAIŞ'ê dev avêt û êrîş kir niha jî dixwaze bi destê xwe li Kurdistana Bakûr qetilîamê pêk bîne.
*Jinên Amedê balkişandin ser hewlên dewletê yên qirkirinên li Cizîrê bi tank, top, leşker û polîsan ketina nava kolanan û wiha gotin: "Emê desturê nedin axa me bi xwînê bê avdan. Bê xwestin emê jin bi lingê xwes biçin Cizîrê."
*Li Cizîrê êrîşîn polîsan û li hemberî wê jî berxwedana gel berdewam dike.
*Li gel hemû astengiyan jî koçeriya li Kurdistanê berdewam dike.
