Li Silopiya polîsan kesek qetilkir

11:48

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê ciwanê bi navê Muttalîp Pusat ê 28 salî yê li Sîlopiyê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê şevê din li taxa Cudî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Cizîrê welatiyan çalakiya deng derxistinê li dar xist û polîsan bi wesayîtên zirxî êrîş li welatiyan kir. Di encama êrîşê de ciwanê bi navê Muttalîp Pusat ê 28 salî qetil kirin. Cenazeyê Mutalîp ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Mutalîp bi guleyên ji zik û milê wî ketin bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Piştî ameliyetê Mutalîp li beşa lezgînî hat dermankirin û serê sibê jiyana xwe ji dest da. Piştî otopiya pêşîn cenaze ji bo otopsiyê bi dirûşemeya "Şehîd namirin" ji aliyê hezaran welatiyan ve şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

(zt)