Dorpêça polîsan zaroka 35 rojî kuşt

18:50

JINHA

ŞIRNEX - Du rojin hewla qirkirinê ya hêzên taybet ên AKP'ê li Cizîrê berdewam dike. Duh zaroka bi navê Muhammed Tahir Yaramiş a 35 rojî ji ber nexweşbûn, polîsan derdora taxê girtine ketin û derketin qedexe kirin ji bo wê malbatê nekarîn zarokê bibin nexweşxanê û jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Nur şevê din zarokê 35 rojî Muhammed Tahîr Yaramîş ê nerihet bû û ji ber polîsan destûr nedan ambulans bikeve teax şevê seat di 03.00'an de jiyana xwe ji dest da. Bavê Muhammed Abdullah Yaramiş diyar kir ku piştî zarokê wî nerihet bû li beşa lezgînî ya 112'an geriya û ambulans heya kolana Saltan a 100 metreyan dûrî malê hat û wiha got: "Wesayîta zirxî ya li serê kolanê disekînî destûr neda ambulasn bê cem mala me. Piştî ambulans demekê li wir ma ji wir çû." Cenazeyê Muhammed birin mizgefta cenazeyê Saît Çagdavul yê 19 salî ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin li wir disekine.

Welatiyên ji aliyê polîsan ve hatin birîndarkirin jî li malan ji aliyê welatiyan ve tên dermankirin û derbarê birîndaran de tu agahiyekî zelal nehat bidestxistin.

(zt)