ROJEVA 07 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:00
* Perwerdêra Zanista Siyasiya Zanîngeha Selahattin Peyman Mecîd diyar kir ku divê di nava siyasetê de jin hîn zêdetir rolê giring bigirin û got: "Çiqasî jin di siyasetê de aktîf bibin dê ewqas jî demokratîkbûna civakê lez bibe."
*Lîstokvan Nur Surer balkişand ser polîtîkayên şer ên ser kurdan berdewam dikin û wiha got: "Hatiye rewşek wiha ku çî devera deng nedin AKP'ê tên bombakirin. Hem qala aştiyê dikir û hem jî deverên deng nedane wan hemûyan bombabaran dikin."
*Piştî komkujiya ku li ser êzîdiyên şengalê pékhat ji ber sedemên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê her malbatek ne çar mabû ku xwe li cihekî bigre, li gelek cîhan ji bo gelê şengalê kamp hatin vekirin, li rojava kampa Newroz, li kûrdûstana başur li bajarên weke Zaxo, Dihok kamp ji bo gelê êzîdî hatin vekirin û gel li van deran bi cih bûn.
* Semîha Gûlaydin a dayîka 9 zarokan ji ber polîtîkayên şer ê dewletê neçar dimîne ji navçeya Pasûrê koçî Edenê bike. Semîha piştî ku hevserê wê dimire dûkanek biçûk vedike û wiha bi jiyanê xwe digre. Semîhayê ku êşê şer ji dil ve jiyan kiriye wiha dibêje: "Divê jin bi têkoşîna xwe aştiyê qezenç bike."
*Bi fermana Wezareta Mudurê Karê Ewlehiyê 10 carin herikîna Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê tê asteng kirin. Girêdayî astengiyên hatine kirin heya niha edîtora DÎHA yê Pinar Ural nirxandin kiriye.
