Li Taxa Nur li hember êrîşên bombeyan heya serê sibê berxwedan

09:12

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxa Nura Cizrê heya serê sibê bi tank û topan êrîş kirin. Li gel êrîşên giran jî gel daketin kolanan û çalakiya deng derxistinê pêkanîn.

Li Taxa Nura Cizîrê heya serê sibê êrîşên bi tang û topan berdewam kirin di êrîşan de 5 kes giran birîndar bûn, leşker û polîsan destur nedan birîndaran rakin nexweş xanê. Li taxa tevahiya şevê şer lê berdewam kirî zaroka keç Cemile Çagirga ya 13 salî jiyana xwe jidest da. Li taxa Nur a ku tevahiya şevê bi tang û topan êrîş berdewam kirî, li ser bana sekvanên hatine bicîh kirin gel gulebaran dikirin, li gel wê jî gel li kolanan çalakiya deng derxistinê berdewam dikirin. Heya serê sibê ji bo ku polîs û leşker nekevin taxan welatî di çalakiyan debûn. Di êrîşên heya serê sibê berdewam kirin de 2 ciwan winda bûne.

Ji bo ku qedexeya derketina kolanan bê rakirin parlementerên di hindirê bajêr de hewildidin hevdîtinan bikin.

(zt)