Li Surê qedexeya derketina kolanan hat rakirin
09:24
JINHA
AMED - Li Sura ku ji duh ve qedexeya derketina kolanan heyî, li gel wê jî êrîşên leşker û polîsan berdewam dikirin îro di saet 06.00'an de qedexeya derketina kolanan hat rakirin.
Li Sura ku ji duh ve qedexeya derketina kolanan heyî, li gel wê jî êrîşên leşker û polîsan berdewam dikirin îro di saet 06.00'an de qedexeya derketina kolanan hat rakirin. Daxuyaniya Walîtiya Amedê wihaye: "Bi armanca parastina mal û canê welatiyan li gotî Qanuna Îdara Navendiya hijmara 5442'an û madeya 11/C, li navçeya Sura navenda me (li taxên Abdaldede, Alipaşa, Cami Kebir, Cami Nebi, Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatihpaşa, Hasırlı, İskenderpaşa, Melikahmet Ziya Gokalp, Lalebey, Suleyman Nazif, Savaş, Cemal Yılmaz mahallelerinde) ji 06.09.2015 roja yekşemê saet di 09:30'an qedexeya derketina kolanan hatiye dayîn. Di 07.09.2015'an saet di 06.00'an de êdî qedexeya derketina kolanan hatiye rakirin welatiyên me dikarin derkevin derve."
Li Fatihpaşa yê teqîn
Êrîşên duh serê sibê li navçeya Surê despêkirin bi tayîbetî li taxên Hasirli, Fatihpaşa û Lalebeyê şer giran berdewam kir. Heya serê sibê li ser taxan helîkopter rabûn û elektirîk hatin birîn.
Di saetên şevê de li Kolana Yeni Kapi ya Taxa Fatihpaşa teqînek mezin derket. Di teqînê de xusara can derneket lê dikanên derdorê di aliyê madî de xusar dîtin.
(zt)
