Polîtîkaya şerê AKP'ê li Başur hat protestokirin

10:50

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Her diçe bertekên li hember konsepta şerê Erdogan û qurumayên xwe ser gelê kurd dayîn despêkirin her diçe mezin dibe. Li bajarên Başurê Kurdistanê yên weke Hewlêr, Silêmaniye û Germiyan îro û sibê dê dakevin kolanan û polîtîkaya şerê AKP'ê protesto bikin.

Li hember konsepta şerê AKP'ê ser gelê kurd dayî despêkirin gelê Başurê Kurdistanê dest bi çalakiyên piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê kirin. Di çalakiyên ku bi pêşengiya Tevgera Azadî tên kirin de polîtîkaya şerê AKP'ê tê protestokirin.

HEWLÊR

Dê îro di saet 18.00'an de li Parqa Şanedar çalakî bê kirin. Di çalakiya ku dê bi pêşengiya Tevgera Azadî bê kirin de dê nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên siyasî beşdar bibin.

SILÊMANÎ

Dê sibê saet di 17.00'an de li ser Cadeya Salim girseya gel kom bibim û bimeşin û di meşê de dê êrîşên AKP'ê yên ser gelê kurd protesto bikin.

GERMİYAN

Li Kelara Germiyanê îro di saet 20.00'an de li Taxa Gazino li ber Mizgefta Selahattin dê çalakiya ji bo piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê bê li darxistin.

(ge)