Dê sibê Mêrdîn li gel navçeyên xwe ber bi Cizîrê ve biherike
14:44
JINHA
MÊRDÎN – Bi pêşengiya MEYA-DER’a Mêrdînê, rêxistinên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê dê sibê gelê Mêrdîn û navçeyên wê saet di 11.00’an de li hev kom bibin û berê xwe bidin Cizîrê.
Bi pêşengiya Şaxa MEYA-DER’a Mêrdînê, rêxistinên HDP û DBP’ê yên Mêrdînê dê bi boneya piştgiriya berxwedana Cizîrê sibê gelê Mêrdîn û navçeyên wê li navçeya Nisêbînê li hev kom bibin û bi konvoyê biçin Cizîrê. Saziyan biryar girtin ku ew ê sibê li Nisêbînê li Otogara nav bajaran a li ser rêya Îpekê saet di 11.00’an de li hev kom bibin û berê xwe bidin Cizîrê. Têkildarî mijarê Hevserokê MEYA-DER’a Mêrdînê Latîf Tabar agahî da û diyir kir ku ji bo ew piştgira gelê Cizîrê û rewşa wir bibinîn biryar girtine ku dê sibê biçin Cizîrê û got ku ji bo ew dengê xwe li hember komkujiya Cizîrê derbixin diçin Cizîrê.
Latîf bang li tevahiya gelê Mêrdînê û navçeyên wê kir ku bi ruhekî seferberî li Nisêbînê li hev kom bibin û berê xwe bidin Cizîrê û xwest ku êdî gelê Mêrdînê li hember van komkujiyan bêdeng nemîne.
(bg/zt)
