ROJEVA 08 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:08

*Li Surê polîsan ser mala jinan Çamaşir Evi ya ku ji aliyê DİKASUM'ê ve hatî vekirin de jî girtin hemû tiştên wan şikandin û eşiyayên wan hatin rewşa neyê xebitandin. Xebatkarên Çamaşir Eviyê Gulistan û Filiz diyar kir ku polîs ketine hindirê malê her tişt şikandine, ji bo wê jî ew neçar mane ji bo demekê navberê bidin qursan.

*Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak anî ziman ku divê demildest ev şer bê rawestandin. Zeynep got: "Divê lihevkirina Dolmabahçe pêk were û demildest derbasî pêvajoya muzekaran be. Ji bo xizmeta pirsgirêka Kurdîstanê divê gav werin avêtin."

*Li Rojava Meryem Muhammed a ku di berxwedana li hember çeteyên DAİŞ'ê de li ber xwe dide, di heman berxwedanê de kurê xwe winda dike û di heman rojê de agahiya mirina hevserê xwe dibihîse 30 salin li ber xwe dide niha xwe ji her demê zêdetir bihêz dibîne.

*Xwendekarên lisê yên İzmirê li hember konsepta şerê AKP'ê xwe birêxistin dikin û Hewla Liseyiyan a ji bo Aştiyê avakirin.

*Ji Şaxa SES'a Amedê Yekta Yildiz di derbarê şerê li Kurdistanê berdewam diki de nirxandin kir û got: "Ger demek ku pêşiniyarên çareseriyê neyên pêşxistin dê rewş gelek giran bibe. Em weke tendiristvan vê nikari nrakin. Divê em çalakiyên bi bandor bikin. Bê xwestin emê bibin mertalên zind."