ROJEVA 09 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

10:19

*Konsepta şer a AKP'ê ji her derî Kurdistanê ve rastî bertekên dijwar tê. Li Rojavayê Kurdistanê Rêxistina Yekîtiya Star û Desteya Jinê êrîşên hikûmeta AKP'ê a li dijî gelê Kurd şermezar kir.

*Jinên Qoserê diyarkirin ku li hember qirkirina li Cizîrê tê kirin jin bedena xwe li hember guleya dikin siper ev helwestek biromete û gotin: "Jinên Cizîrê ne tenê ji bo gelê Cizîrê ji bo hemû gelan bedenên xwe dikin siper."

*Cîgira Seroka Giştiya ÎHD'ê Hatice Can diyar kir ku girtin û cezayê muebetê dayîna hevşaredarên DBP'ê yên ku li nik gelê xweseriya xwe ya cewherî îlankirî cîh girtine ne di hiquqa hindir û ne jî di hiquqa navnetewî de tê pejirandin.