Bi guleyên rastî mudaxeleyî welatiyên ji Şirnexê derketin rê kirin
12:22
JINHA
ŞIRNEX - Li hember qirkirinên ser gelê bi sedan wesayît bi konvoyekê ji Şirnexê ber bi Cizîrê ve ketin rê. Li cihê kontrolê konvo ji aliyê leşkeran ve hat sekinandin, bi bombayên gazê û guleyên rastî mudaxeleyî gel konvoyê kirin.
Konsepta şerê ji aliyê Serokomar Erdogan û hevkarên wî ve hatî despêkirin bi qedexeya derketina kolanan û êrîşên 6 rojin li navçeya Cizîra Şirnexê berdewam dike. Bê ferqa jin, zarok, ciwan, pîr û kalan qirkirinên sivîlan dikin, sekvan gel gulebaran dikin navçe vegeriyaye qada şer. Girêdayî rewşa Cizîrê ji Şirnexê bi sedan wesayît bi awayê konvo ber bi Cizîrê ve ketin rê. Konvoya ku di navê de hevşaredarên Şirnexêû Dayîkên Aştiyê, endamên KJA, ÎHD û parêzer jî heyî li xala qontrola leşkeran a li kana komirê hatin rawestandin.
Hevşaredarê Şirnexê Ferhat Kadirhan bi leşkeran re hevdîtin kir. Ferhat diyar kir ku bedewlê wê çî be bila bibe ewê biçin Cizîrê û got: "Ev mafê me yê rewaye em biçin Cizîrê. Ger destur neyê dayîn jî emê li vêderê konê xwe vedin."
Dema ku welatî li bendê sekinîbûn leşkeran bi guleyên rastî û bombeyên gazê mudaxeleyî welatiyan kirin. Welatî berbi zeviyê û peravên newalan de bezîn ji bo canê xwe rizgarkirinê.
(mrg/zt)
