Hîna cenazê welatiyên li Cizîrê jiyana xwe jidest dane tên ragirtin

19:33

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyên 4 welatiyên li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, hêj li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin.

Piştî Walîtiya Şirnexê li Cizîrê kolan qedexe kirin, polîs û tîmên taybet li Cizîrê 10 welatî kuştin. Piştî çend rojan cenaze li malan hatin girtin, cenazeyê Sait Çagdavul, Osman Çaglı (18), Cemile Çagirga (13) û zaroka 35 rojî Muhammed Tahir Yaramiş rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Cenazeyê 4 welatiyan li gel rapora otopsiyê hatiye amadekirin jî dîsa li morgê tên rawestandin.

Li gel 2 roj derbas bûn hêj cenaze di morgê de tê girtin.

(zt)