Di encama êrîşên ji tabura Tangê hatîn kirin de Mulkiye Taşkin birîndar bu
20:00
JINHA
ŞIRNEX - Polis û tîmên taybet, li Cizîrê bi çekan êrîşî welatiyan dikin. Polîsan û tîmên taybet, li taxa Nûrê ya Cizîrê Mulkiye Taşkin birîndar kir.
Rewşa OHAL'ê ya li Cizîrê 5 roj li pey xwe hişt. Êrîşên polis û tîmên taybet ên li ser gel didomin. Polîs û Tîmên taybet li Cizîrê di nava 5 rojan de 10 welatî qetil kirin. Niha jî tîmên taybet li Tabûra Tangê gule avêtin taxa Cudî û jina 45 salî Mulkiye Taşkin birîndar kirin. Mulkiye ku ji zikê xwe ve birîndar bû, piştî demek dirêj li kolanê hat rawestandin. Li ser hewldana heyeta HDP'ê bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
(zt)
