Li nava Dêrsimê şer despêkir

20:27

JINHA

DÊRSIM - Li taxa Cumhuriyetê ya Dêrsimê Lojmanên Polîsan û Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan rastî êrîşa çekdarî hat.

Endamên HPG'ê li taxa Cumhuriyetê ya Dêrsimê li dijî Lojmanên Polîsan û Fermandariya Herêmê ya Cendirmeyan êrîşa çekdarî pêk anî. Piştî HPG'ê êrîş pêk anîn, leşker û polîsan jî çek bikar anîn û şer derket. Piştî şer derket gelek tîmên taybet û maşîneyên zirxî çûn herêmê. Nehat zanîn ku mirî û birîndar nehe ya na. Pevçûn didome.

(zt)