Li Silopiya serdegirtinên malan
21:02
Îlon
9
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Silopî ya Şirnexê xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê Emina Aksoy û 9 welatiyên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê Emina Aksoy jî di navde 10 welatiyên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Li dor êvarî 10 welatiyên ku di wesayîtê de li nêzî avahiya edaletê ya Silopî hatin rawestandin, rastî lêgerîna polîsan hatin. Piştî lêgerînê polîsan her 10 welatî birin Miduriyeta Polîsan a Silopî.
Derbarê sedema binçavkirina welatiyan de agahî nehat stendin.
(zt)
