ROJEVA 10 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:02
*Berdefka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata, diyar kir ku li Cizîra dibin dorpêçê de şer lê berdewam dike 3 jê zarok, 2 jin bi giştî 10 kesan jiyana xwe ji dest dayî xwedî derketin parastina wijdaniye û got: "Divê kes li hember vê vîna berxwedanê ya li hemberî êrîşan li ber xwe didin bêdeng nemînin. Her yek ji me parçeyek ji lorînên dayîka Cemilaya ku hatî qetilkirin û cenazê wê di bozdolabê de tê girtinin."
*Ji ber konsepta şerê AKP'ê ser gelê kurd dayî meşandin Sur bi rojan dibin dorpêça polîsan de ma. Di dema berxwedana gel de zarok jî ji her tiştî xeberdarbûn. Zarokên ji ber çemera polîsan nerazane, liber çavê wan xizmên wan hatîn qetilkirin û polîsan ew tehdîd kirine gotin: "Ger ciwan nebana dê me hemûyan qetilkiribana.
*Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAİŞ'ê ji Şengalê koçî Kampa Newro ya Rojava kirine ji nû ve jiyanê avadikin. Li gel ku di 73 fermanan re derbasbûne jî ji çand û baweriya xwe parastine, ji moralê xwe tiştek kêm nekirine bi çar destan jiyanê hembêz dikin.
*Tenê di mehek a li Kurdistanê sivîl hedef hatîn girtin de 7 zarok hatin qetilkirin. Hevpeyîmana Mafê Zarokan a NY yê madeya 'Her zarok xwediyê mafê jiyanê ye' heye. Hevseroka Şaxa Egitim Sena Wanê diderbarê van mijaran de nirxandin kiriye û diyar kir ku divê dewleta Tirkiyê elzgîn dest ji qetilkirinên zarokan berde.
*Selamet Koç bi awayê xwezgîniyê hat zewicandin û 11'e sala şîdetê dît, li hemberî zordestîya civakê jî dev ji hevdu berdan û tevî 2 zarokên xwe jiyanek nû avakir. Selamet ji bo jiyana xwe berdewam bike benda alîkariya jinane.
*Li Cizîrê 7 rojin dibin dorpêçê de şer berdewam dike. Di nava şer de mirov ji mafê xwe yê tendiristiyê bê par hatine hiştin û terkî mirinê kirine, desturê nadin nexweş û birîndaran bibin nexweşxanê. Li hemberî vê rewşa wijdanê mirovan diêşîne xebatkarên tendiristiyê diyar kirin ku divê yên vê didin kirin û yên dikin di hiquqa navnetewî de bên darezandin.
