Li Cizîrê zaroka 10 mehî qetilkirin

09:43

JINHA

ŞIRNEX - Hêzên dewletê di saetên serê sibê de dîsa bi top û çekên li ser taxan gule reşandin. Di êrîşên hêzê dewletê de 3 welatî qetil kirin û keça Eşref Edim a 10 mehî ku bi giranî birîndar kirin. Zaroka 10 mehî ligel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.

Hêzên dewletê serê sibê dîsa bi panzêr, çekên giran, top û helîkopterên kobrayan li ser taxên Nûr, Yasef û Cûdiyê gule reyandin. Di êrîşa polîs û tîmên taybet de gelek mal hatin rûxandin û 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Tîmên Taybet li ser kolana Varolê ya Taxa Nûrê êrîş pêk anîn û li gel Eşref Edim 3 welatî hatin qetilkirin û keça Eşref Edîm a 10 mehî bi giranî birîndar bûbû. Keça 10 salî dema li gel bavê xwe çû nexweşxaneyê rastî êrîşa sekvanan hat û bi giranî birîndar bû. Keça 10 mehî ku li malê hat dermankirin, li gel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Hat zanin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Taxa Nûrê û Yasefê hêj di bin dorpêça polîsan de ye. Li taxan berxwedana gel a li hemberî êrîşên polîs, tîmên taybet û leşkeran heta serê sibê berdewam kir.

(zt)