Aktîvîsta KJA yê ya ku li Wanê hatî binçavkirin hat girtin
17:55
Îlon
10
/ 2015
JINHA
WAN - Aktîvîsta KJA yê Hamide Ozer a ku li Erdemêtan ji aliyê polîsên sivîl ve hatî binçavkirin hat girtin û şandin Girtîgeha Sincanê.
Aktîvîsta KJA yê Hamide Ozer a ku di 7'ê Îlonê de li Taxa Şabaniye ya Erdemêtan ji aliyê polîsên sivîl ve hatibû binçavkirin û ji wê demê ve xeber jê nedihat girtin. Paşê hat hînbûn ku piştî îfada wê ya li emniyetê şandine dozgeriyê û li wê hatiye girtin. Li gorî agahiyên ji Şaxa TUYAD-DER'a Wanê hatî girtin Hamîde hatiye girtin û şandine Girtîgeha Sincanê.
(zt)
