Li Mersînê sekvanan 2 kes birîndar kirin
18:30
JINHA
MÊRSÎN - Sekvanên Tîmên Taybet li taxa Şevket Sumer a Akdenîza Mêrsînê êrîşî welatiyan kirin. Polîsan di êrîşê de 2 kesan birîndar kirin. Dîmenên welatîyên birîndar hatin weşandin şîdeta polîsan li ber çav bû.
Welatiyên taxa Şevket Sumerê ya Akdenîza Mêrsînê ku xwestin li dijî êrîşên polîsan xwe biparêzin rastî êrîşa polîsan û sekvanan hatin. Sekvanên Tîmên Taybet li taxa Şevket Sumer a Akdenîza Mêrsînê êrîşî welatiyan kir. Polîsan di êrîşê de 2 welatî birîndar kirin. Piştî êrîşa polîsan dîmenên êrîşên polîsan hat weşandin. Di dîmenan de hat dîtin ku polîsan êrîş, heqeret û îşkence li welatiyan kiriye.
Hat dîyarkirin ku rewşa birîndaran başe, dîmenên pevçûnê li medya ya civakî de hat weşandin û şîddeta polîsan derxist ber çavan.
(ba/zt)
