Ajokerên TIR'an ên ber bi Cizîrê di meşîyan hatin gule barankirin:1 mirî 6 birîndarin

18:31

JINHA

ZAXO - Ji Başurê Kurdistan ajokarên TIR'an xwestin ber bi Cizîrê ve bimeşin ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin gule baran kirin. Li gorî hat diyar kirin ku di êrîşê de ajokarek jiyana xwe jidest da û 6 birîndar hene.

Li gorî Nûçeya Rojnews'ê; ji bo alîkarî bidin berxwedana Cizîrê ji bajarê Zaxo yê Başurê Kurdistanê ev heftiyeke zêdeye ajokarên TIR'an tên seknandin ber bi sinûr ve ketin meşê. Di sinur de nêzî gundê Kotîtê derbas bikin ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatin gule barankirin. Di êrîşê dê ajokarekê jiyana xwe jidest da û 6 ajokar jî birîndar bûn.

Ajokarê birîndar ji aliyê wesayîtên hêzên pêşmerge ve rakirin nexweşxaneya Zaxo yê. Li ciyê pewçûn çebû ajokarê bi navê Muhsîn wiha got; "Leşkerên Tirk ji qereqola gûnd ê Kotîtê gule reşandin, encama gule baranê de ajokarekê jiyana xwe jidest da û 6 ajokar jî birindar bû."

(ba/zt)