Bi hezaran li hemberî gule baranê dimeşin taxa Nur û Cudî

18:37

JINHA

ŞIRNEX - Bi hezaran welatiyên şevê din ji Sîlopî û Şirnexê derketin rê, li gel hemû astengiyan bend şikandin ketin Cizîrê. Bi hezaran welatiyên ketin Cizîrê rastî êrîşa çekdarî ya polîsan hatin.

Bi hezaran welatiyên ji Silopî û Şirnexê ji bo ku piştgiriyê bidin gelê Cizîrê şevê din derketibûn rê, ketin nava Cizîrê. Bi hezaran welatî li gel hemû êrîş û astengiyên dewletê ketin Cizîrê. Hezaran welatî astengî, barikatên polîsan û leşkeran şikandin ketin Taxa Konakê ya Cizîrê. Gelê Cizîrê bi coşek mezin girse pêşwazî kir û siloganên "Bijî berxwedana Cizîrê", "Dê Cizîr ji faşizmê rê bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" berz kir. Bi hezaran welatî di pêşengiya dayîkên bi turbendên sipî meşiyan. Piştî hezaran kes ketin Cizîrê, tîmên taybet bi çekan welatî gulebaran kirin. Bi hezaran welatiyan jî bi siloganan bersiv da polîsan. Bi zêdebûna berxwedana girsê polîsan jî guleyên rastîn bikar anîn.

Li dijî êrîşan berxwedana gel bi silogana " Bijî Berxwedana Cizîrê" bilind dibe.

(ba/zt)