ROJEVA 11 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:21
*Ji bo êrîş û dorpêça li ser Cizrê bê rakirin li çar aliyê Amedê çalakiya runiştinê hatiye despêkirin. Dayîkên ku beşdarî çalakiya runiştinê bûn diyar kirin ku heya êrîş bidawî nebin ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.
*Êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Rojava bandorê li aboriyê jî dike. Welatiyên ku di peydakirina pêdiviyên xwe de zehmetî dikêşin anîn ziman ku armanca buhabûnê gel zorê koçê kirine û ev yek bi zanabûn tê kirin.
* Şervanên YPJ-Şengalê jinên Botanê ya ku bi rojane li hember êrîşa li berxwedidin silav kirin û diyar kirin ku ew wek jinên Êzidî ji bo berxwedanê amede ne û wiha gotin: "Çiqas bi ser mede bên em ewqas bi hêz dibin."
*Li navçeya Cizira Şirnexê komkujiya li ser gel ji aliyê Endama Kongreya İslama Demikrat Panayir Çelik ve hat nirxandin û diyar kir ku di ti dewrên misilmantiyê de bi rojan cenaze li erdê nemane û got ku tişta hikmeta AKP'ê dike İsrailê li ser Filisti ê nekariye bike.
*Aryen Duman a ku di bunya atolya Navenda Jiyana Jinan Rojîn de mamosteya wênesaziyê dike, xeyalê zarok û jinan dide xêzkirin. Aryen diyar kir ku qursê wan bê pereye û ji bo jinan girîngiya rêxistin û hatina ba hev îfade dike.
*Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan balkişand ser êrîşên ser HDP'ê berdewam dikin û got: "Em hemû ji ber mirinên çêdibin xemgînin. Ji niha û şonde ji bo pêşîlêgirtina şer divê aştî derkeve pêş."
*Li Taxa Xaçortê welatiyên ku polîsan bombeyên gazê avêtine daweta wan ji Serokomar Erdogan bibertekin diyar kirin ku ew ji polîtîkayên pergalê yên qirkirinên natirsin û dibêjin: "Em gelek heya şerî jî bi dawetê diçinê."
