KOM'ê bûyerên li Giyadînê lêkolîn kir
10:09
JINHA
AGIRÎ - Meclîsa Azadiya Jinê li navçeya Giyadînê ku zarokên bi navên Orhan Aslan û Muhammed Aydemîr ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin lêkolîn kir.
Endama Weqfa Mafên Mirovan (TÎHV) Umît Efe, Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulsen Ulker û Endama Meclîsa Azadiya Jinê (KOM) Kivanç Sert ji di nav de heyeta KOM'ê ji bo li navçeya Giyadîna Agiriyê ku di 13'ê tebaxê de tîmên taybet zerokên bi navên Arhan Aslan (16) û Muhammed Aydemîr (15) qetil kirin lêkolîn kirin. Heyetê hemû şahidên bûyerê ve hevdîtin pêk anîn û dê raporê amade bikin û bi raya giştî re parve bikin. Heyet beriya ku lêkolînan bikin çûn serdana Hevserokên Şaredariya Giyadînê û rêxistina DBP'ê.
Heyetê daxuyand ku ew ê tiştên di 13'ê tebaxê de qewimîn bişopînin û rapora ku amade bikin, ji bo nedin jibîrkirin hatiye Giyadînê û tiştên ku dîtine bikin rapor û raporê jî bi sazî û dezgehan ve parve bikin.
Heyet piştî lêkolînan ji navçeyê veqetiya.
(zt)
