Figen Yuksekdag û bi sedan parêzer diçin Cizrê
11:58
JINHA
MÊRDÎN - Bi banga OHD û MHD'ê parêzerên ku ber bi Cizrê ve ketin rê gihan Mêrdînê.
Parêzerên bi banga Komeleya Hiquqnasên Azad (OHD) û Komeleya Hiquqnasên Mezopotamya (MHD) ê ber bi Cizîrê ve ketin rê. Niha parêzer ji Mêrdînê ber bi Cizîrê ve ketin rê.
Hevseroka Şaxa OHD a Stenbolê Banu Guveren bilêv kir ku ew ji Stenbolê bi 80 parêzeran ve ketine rê û got: "Em niha li Mêrdînê ne. Hevalên me ji navendên dinê jî ketine rê. Emê bi sedan parêzer ji Mêrdînê ber bi Cizîrê ve bikevin rê. Ji bo ku çembera ser Cizîrê rabe û rêya wê bê vekirin em ketine rê."
Li aliyê din qedexeya ketina Cizîrê berdewam dike. Ji Midiyadê û şun de destur nayê dayîna têketina Cizîrê. Di navê de Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag, Parlementerê Stenbolê Sezai Temelli li gel Seroka Giştiya ESP'ê Sultan Ulusoy û Cîgira Serokê Giştiyê Fathiye Ok jî heyî heyeta rêveberên HDP û ESP'ê jî ji bo çuna Cizîrê ketin rê.
Heyeta rêveberên HDP û ESP'ê li navçeya Midyada Mêrdînê hatin sekinandin. Ji ber ku polîsan destur neda heyet ber bi Hezexê ve rêbikevin. Piştî axaftinek dirêji destur da heyeta Figen Yuksekdag, Şêwirmenda wê Olcay Çelik û Sezai Temelli di navê de lê heyeta ESP'ê asteng kirin.
Seroka Giştiya ESP'ê Sultan Ulusoy diyar kir ku ji ber ew li gel gelê Cizîrê ye ketiye rê û got: "Em niha li Midiyadê ne. Emê carekdin ji bo çunê hewilbidin."
(zt)
