Cenazê Bunyamin İvci dibin agirbaranê de rakirin morgê

14:05

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxa Nura Cizrê carekdin êrîşan despêkir. Cenazê Bunyamin İvci yê 15 salî ku ji aliyê polîsan ve hatî qetilkirin dibin agirbaranê de li wesayîtê kirin.

Li Taxa Nura Cizîrê êrîşên leşker û plîsan ji nû ve despêkirin. Ji taxê dengê teqînên mezin û çekên giran bilind dibe. Parlementerên HDP'ê Faysal Sariyildiz, Leyla Guven, Leyla Birlik û Mahmut Tugrul di nava şer de mane. Parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz dibin gulebaranê de li benda cenazê Bunyamin Îvci yê ku di gulebaranê de birîndarbûyî û dema rakirîn nexweşxanê polîsên hêzên tayîbet wî înfaz kirîn dimîne. Li Mizgefta Şeyh Şamil dibin gulebaranê de cenazê Bunyamin li wesayîtê siwar kirin. Dibin agirbaranê de cenze rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê.

(zd/zt)