Li Wanê mirina zarokek 12 sali ya bi guman
14:50
Îlon
11
/ 2015
JINHA
WAN - Li navçeya Îpekyolu zarokê 12 salî yê bi navê Ridvan Abali bi awayeke bi guman mirî hate dîtin.
Li taxa Yali ya navçeya Îpekyolu ya Wanê zarokê bi navê Ridvan Abali yê 12 salî li mala xwe bi awayekî daliqandî hate dîtin. Canezeyê zarokê biçûk, ekîbên tenduristiyê rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşiyê.
Têkîldarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.
(zt)
