Parêzer: Bedelê wê çî dibe bila bibe emê biçin Cizîrê
15:08
JINHA
MÊRDÎN - Parêzer û HDP yiyên xwestin biçin Cizîrê rastî astengiya polîs û leşkeran hatin. Li ser rêya navbera Midyat û Hezexê leşker û polîsan rêgirtine û barîqat danîne. Parêzeran diyar kirin ku bedelê wê çî dibe bila bibe ewê biçin Cizîrê.
Parlementerên HDP'ê Huda Kaya, Nursel Aydogan, Mehmet Emin Adiyaman û Hidayet Taşdemir li gel parêzeran li ser rêya Midiyad û Hezexê hatin rawestanin. Leşkerên ku barîkat danîne desturê nadin çuna heyetê ya cizîrê. Girêdayî wê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi daxuyaniyek da û got: "Ev 9 rojin Cizîr di çemberê dene û sivîl tên qetilkirin. Em parêzerin û teqez divê em biçin. Hun çiqas dixwazin rêbigirin bigirin lê emê biçin Cizîrê. Bi rêyên cuda jî be emê biçin."
Heyeta ESP'ê cara 3'emîn çuyîna Hezexê dide zorê
Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag, Parlementerê Stenbolê Sezai Temelli li gel Seroka Giştiya ESP'ê Sultan Ulusoy û Cîgira Seroka Giştî Fehhiye Ok jî ketin ser rêya Cizîrê. Rêveberên HDP û ESP'ê ji bo biçin Cizîrê li ser riya Midiyada Mêrdînê hat sekinandin. Polîs desturê nadin çuna Hezexê. Piştî nîqaşên dirêj Figen Yuksekdag û Şêwirmenda wê Olcay Çelik li gel Sezai Temelli destur hat dayîn biçin. Lê heyeta ESP'ê hîna tê sekinandin.
Heyeta ESP'ê di saetên nîvro de ketin rê 20 kilometre maye bigihin Hezexê carekdinê hatin rawestandin. Piştî nîqaşên dirêji heyet carekdinê vegeriya Midiyadê. Seroka Giştiya ESP'ê Sultan Ulusoy got: "Ji bo ku em bigihin Hezexê cara 3'emîn em ketin rê. Niha destur hatiye dayîn û em di rêdenin."
(zt)
