Di dema şopandina nûçeyê de nûçegihanên DÎHA yê hatin binçavkirin

08:07

JINHA

MÊRSÎN - Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê nûçegihanên DÎHA'yê Erdogan Alaymat, Bêrîvan Altan û Ahmet Kanbal dema çalakiyên ji bo piştevaniya Cizîrê dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin darpkirin û hatin binçavkirin.

Ligel bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo şermezarkirina terora dewletê ya li Cizîrê pêktê û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Cizîrê çalakî li dar dixin. Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li gelek taxan çalakî hatin lidarxistin. Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Erdogan Alaymat, Bêrîvan Altan û Ahmet Kanbal ên li taxên cuda nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku polîsan nûçegihan darp kirin û binçavkirin.

(zt)