ROJEVA 12 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:00

*Zarokên Edenê bertekên xwe li hember qirkirina Cizîrê nîşan dan û gotin: "Her roj zarok dimirin û ciwan tên qetilkirin. Her dema ku em televizyonê vêdixin ne filîm karton em mirina zarokan temaşe dikin. Êdî ne mirina zarokat em dixwazin ruyê zarokên şanaz temaşebikin."

*Jinên bajarê Til Temirê dest bi amedekariya zivistanê dikin. Her çiqas sebze li bazaran hatibe bûha kirin jî jinên Kurd dev ji çanda xwe bernadin û li gorî derfetên xwe amedekariyê xwe ê zivistanê dikin.

*Li bajarê Rimêlan dewreya perwerdeya siyasî ji bo endamên Asayîşa Jin û polîsan ya bi navê Can Feda hat despêkirin. Dewreya ku 30 jin beşdar bûne dê 25 rojan berdewam bike.

*Heyva Sor a Kurdistanê dê li bajarê Til Temir dest bi perwerdeyek tenduristiyê bike. Perwerde dê 6 mehan berdewam bike.

*Dibistana dayîkan a Zarokîstan amedekariya perwerde û hînkariyê nû dike û ji bo têkiliya dayîn û standin ya bi zarokan re xurt were girtin semîner tên dayîn. Gûljîn Kaya diyar kir ku ew bi diruşmeya "Ziman Şêrîne Zarokîstan hêlîn e" girîngiyê dane gelek zimana û kesên ku perwerde didin bi giranî jinin û wiha got: "Armanca me qadên ku zarok xwe têde azad bînin ziman avakirine."

*Hunermend Julide banga rakirina dorpêça 9 rojin ser Cizîrê berdewam dike kir û diyar kir ku divê demil dest heyetek bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bike û got: "Divê demek ji ya dinê zutir pêvajoya muzakereyan bêdespêkirin. Divê ji nû ve pêvajoya çareseriyê bê despêkirin û ji bo wê amadekarî bên kirin."