Nûçegîhanên DÎHA yê hatin berdan

10:27

JINHA

MÊRSÎN - Li Navçeya Akdenîzê di çalakiyên ji bo alîkariya Cizîrê de nûçegihanên DÎHA yê wexta nûçe dişopandin ji alîyê polîsan ve hatin bin çav kirin. Nûçegîhanên DÎHA yê Erdoxan Alayumat, Bêrîvan Altan û Ahmet Kanbal piştî îşlemê wan li muduriyetê qetiya hatin berdan.

Li Taxa Sevket Sumera navçeya Akdeniza Mêrsînê duh êvarê çalakiya ji bo alîkariya Cizîrê hemberî êrîşên polîsan nûçe dişapandin nûçegîhanê DÎHA yê Erdoxan Alayumat, Bêrîvan Altan û Ahmet Kanbal hatibûn bin çavkirin hatin berdan. Nûçegihan pêşî birin Qaraqola Polîsan a Sîteyê û paşî birin Emniyeta Muduriyeta Mêrsînê piştî kontrola tenduristî berdestê sibê hatin berdan

Nûçegihana li ber dîwaran dan seknandin

Li Çikurovayê Şefê Nûçeyên DÎHA yê Erdoxan Alayumat bilêv kir ku nasnameya nûçegîhaniyê û nasnamên wan dest dan ser. Erdoxan da zanîn ku ji nava baxçê qaraqolê berê wan dan dîwar û nîv saet hatin seknandin. Erdoxan anî ziman li şaxa TEM'ê jî ji wan pirsa "Hun talîmantan ji kê digirin, kî agahiyên pefçunan ji bo we dibêjin." pirs kirine.

(ba/zt)