ROJEVA 13 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

09:00

*Li Zozanên Şenyayla yê ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve weke herêma qedexe hatî îlankirin çalakiya mertalên zindî lê berdewam dike, koçerên li heman zozanê koçeriyê dikin jî ji ewlehiya jiyana xwe fikaran dikin. Jinên koçer ên ku tenê çavkaniya debara wan koçeriye naxwazin zozanên xwe berdin û xwestin demek ji ya din zutir şer bi dawî bibe.

*Li bajarê Serêkaniyê jin di nava şert û mercên zehmet de dijî lê cardin dev ji welatê xwe bernadin û xebatê berhevkirina pambûyê dikin.

*Yek ji cihên çalakiya mertalên zindî li hember operasonên leşkeran berdewam dike gundê Hurê yê navçeya Hênê ye. Girêdayî çalakiya berdewam dike û ji aliyê Tirkiyê ve rastî eleqeyek mezin tê Ozlem Kaya axivî û got: "Heya ku leşker xwezaya me, axa me û çiyayê me terknekin emê çalakiya xwe berdewam bikin."

*Parlementerên HDP'ê Gulseren Yildirim û Sibel Yigitalp 7 rojin li Cizirê ne di derbarê çavdêriyên xwe yên Cizîrê û bûyerên wan jêre şahidî kirine de nirxandin kirin.

* Jina bi navê Zîwar Ehmed piştî ku hevserê wê di nava şoreşa Rojava de şehîd dikeve ew ji bo tolê wî hilde tevlî xebatên ewlekariya tirafîqê dibe.

*Ji Komisyona Penaberan a ÎHD'ê Parêzer Guleseren Yoleli aliyê pirsgirêkên penaberan ên makezagonî nirxand û got: "Ji bo ku penaber statoya mafê jiyanê bidest bixin dinava hewildanan denin, carnana jî şertê jiyana wan gelek xirab dibe. Pirsgirêkên penaberên Tirkiyê yên gelek mezin hene.

*Di cîhanê de dibe ku gelek zarok fîlîmen şer temaşe bikin, lê zarokên Xaçortê dijîn her roj dibin şahîdê şer û bi travmayê ku jiyan dikin vê rastiyê datînint holê. Taybet Geçkîn diyar kir ku ji ber êrîşê polîsan derûniya zarokan xirab bûye û ewlehiya canê wan nemaye.

*Jinên ku temenê zarokê wan gihêştiye biçin leşkeriyê gotin: "Ev ne şerê welate, şerê qesrê ye. Ji ber vê yekê bila ji me hêvî nekin ku em zarokê xwe bikin qurban, em naşînin."