Sinem Muhammedi: Tekoşîna jinên kurd mezin dibe

11:43

JINHA

PARİS - Hevseroka Meclîsa Gel a Rojava Sînem Mûhammed, di panela li Fete Humanite hatî lidarxistin de axivî. Sînem balkişand ser asta jinên kurd a berxwedanê û banga xwedîderketina li Berxwedana Kobanê kir.

Nûnera Tevgera Jinên Êzidî Leyla Boran û Hevseroka Meclîsa Gel a Rojava Sînem Mûhammed, li bin konê Kurdistanê yê li Fete Humanite hat vedan, têkoşîna Rojava û Jinên Kurd vegotin. Panela ku moderatoriya wê Hevseroka CDK-F Cemîle Renklîçay kir, saet di 14:00 de destpê kir. Qisekera destpêkê ya panelê Sînem Mûhammed bû.

'Kobanê sembola berxwedana mirovahiyê ye'

Sînem bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û ev nirxandin kir: "Berxwedana me û şerê me dibe ku li Rojava be. Lê belê têkoşîna me ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Li dijî gelê me şerekî mezin hat meşandin. Li hemberî şerekî barbar û nayê qebûlkirin, me bi vîna xwe li ber xwe dan. Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de dibe ku çekên me kêm bûn. Lê belê baweriya me mezin bû. Ya ku em bi ser xist jî ev bû. Dibe ku çekên me tinebûn, lê belê dema vîn tinebe, çek bi kêrî tiştekî nayê. Me ev yek di rastiya xwe de dît."

Sînem der barê pêvajoya berxwedana Kobanê de agahî da beşdarên panelê û destnîşan kir ku di rizgariya Kobanê de wêrekî û vîna jinên Kurd bi awayekî şênber xwe nîşan daye û got, "DAIŞ digot, eger em ji destê jinên Kurd bimirin em ê biçin dojehê. Hemû çûn dojehê." Sînem bibîr xist ku Kobanê rizgar bûye, lê belê ji sedî 90 ji ber şer xera bûye û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang li hêzên nirxên mirovahiyê diparêzin kir. Mûhammed got, "Kobanê sembola têkoşîna mirovahiyê ye. Divê xwedî li vê sembolê bê derketin."

'YPJ û berxwedana jinên Kurd êdî di cîhanê de tê nasîn'

Sînem bal kişand ser dorpêçiya li ser Efrînê û desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê bibîr xist. Sînem ragihand ku tevî hemû dorpêçiyan jî wê teslîm neyê girtin û destnîşan kir ku têkoşîna jinên Kurd roj bi roj mezin dibe. Sînem destnîşan kir ku Rojava, YPJ û berxwedana jinên Kurd êdî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê naskirin.

'Zarokên Êzidiyan mirovên 70 salî firotin'

Ji Tevgera Jinên Êzidî Leyla Boran jî di axaftina xwe de, li ser komkujiya li Şengalê agahî da beşdaran. Leyla da xuyakirin ku Êzidiyên 72 caran hatin qikirin, careke din bi destê DAIŞ'ê ferman li ser rabû û da zanîn ku civata Êzidî niha li gelek herêman di kampan de di nava şert û mercên li dijî mirovahiyê de dijîn. Leyla bibîr xist ku di dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de bi ehzaran jinên Êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, li bazaran hatin firotin û diyar kir ku di nava van de zarokên keç ên 8-9 salî û mirovên 70 salî jî hene. Leyla piştî vegotina barbariya DAIŞ'ê ya li hemberî jinên Kurd hat kirin, bal kişand ser modelên xweparastinê yên jinên Êzidî li herêmê ava kirine.

Panela ku asta têkoşîna jinên Kurd, êrîşên li hemberî jin û gelê Kurd hatin vegotin, bi baldariyeke mezin hat şopandin. Nûnerên gelek saziyên Fransayê jî weke temaşevan tevlî panelê bûn.

(zt)