Zarokê di teqîna Qoserê de birîndar bûyî jiyana xwe jidest da
11:52
JINHA
MÊRDÎN - Li Qoser Mêrdînê di teqîna sedema wê nehat dîyarkirin de zarokê bi nawê Tahsin Uray ê 9 salî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Koçhîsara navçeya Qosera Mêrdînê duh piştî nîvro teqînek ku sedema wê nehat zanîn pêkhat. Di teqînê de zarokên bi navê Tahsin Uray (9) û R.Ş. (9) salî birîndar bibûn. Di teqînê de Tahsinê milê wî jêbûyî rakirin Nexweşxana Dewletê ya Qoserê. Ji wir sevkî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gaziya Yaşargil a Amedê kirin. Li gel hemû mudaxeleyan jî ber destê sibê Tahsin jiyana xwe jidest da.
Cenazeyê Tahsîn îro ji aliyê malbata wî ve dê bê girtin û bibin navçeya Qosera Mêrdînê defin bikin.
(ba/zt)
