Jinên Êzidi yên ji aliyê YPJ/YPG'ê ve hatin rizgarkirin gihan malbatên xwe
16:51
Îlon
13
/ 2015
JINAH
ŞIRNEX - Jinên Êzidiyên ji aliyê YPJ/YPG'ê ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin gihiştin malbatên xwe.
Piştî YPJ/YPG’ê li Reqa jinên Êzîdî yên Şengalî ku ev saleke di destê DAIŞ’ê de êsîr bûn, rizgar kirin, li ser Efrînê re derbasî Bakur kirin. Jinên Êzidî bi refaqeta parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca û Alî Atalan re di Deriyê Sînor ê Xabûrê re derbasî Başûrê bûn û gihiştin malbatên xwe.
Di nav wan de 2 zarokên di girtîgehên DAIŞ’ê de hatine dinê jî hene.
(zt)
