ROJEVA 14 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:00
*Dayîkên şehîdan ên bajarê Til Temir êrîşên dewleta Tirkiyê ên li ser herêmên Kurdistanê şermezar kirin û gotin: "Her çiqas êrîş li hember gelê Kurd pêk were jî berxwedaniya gelê Kurd bi hêztir dibe. Kurd wê tu caran dev ji ax û warê xwe bernedin, ji ber me bi xwîna şehîdên xwe av daye."
*Li Ertemêtan fabrîkaya çimetoyê ziyandayîna xweza û mirovan berdewam dike. Welatiyên navçê diyarkirin ku ew ji ber toz û dengê wê nikarin di malên xwe de runin ji bo wê jî bang li peyîwendîdaran dikin çareyekê bibînin.
*Êzidiyen li Wergeha Newroz dijîn, li gorî sîstema rêxistinî jiyana xwe bi rêvedibin û perwerdeya xwe dibînin. Rêvebera Wergeha Newroz Pelda Çiya diyar kir ku ew di nava hewldanê de ne ku jiyanê wan li wergehê baştir bikin.
*Hevseroka Şaxa Sendîkayên Kar ên Giştî Zeynep Demîr diyar kir ku konsepta şer a ku ji aliyê AKP'ê ve hatî despêkirin hemû civak bandor dike û wiha got: "Bi taybet wek jin divê em li dijî konsepta şer rawestin û bêjin bese. Li her qadê me dengê xwe li dijî şer bilind kir û em ê bilind bikin."
*Jinên Wanê bertek nîşanî dorpêça ku bi rojan ser Cizîrê berdewam kirî dan û diyar kirin ku divê AKP hesabê vê bidin. Jinan da zanîn ku divê hemû gelê Tirkiyê rabin ser lingan û tevlî berxwedanê bibin.
* Prof. Dr. Nedje Al-Ali diyar kir ku di nava dewleta netew de jinê weke amrazekê dixebitînin û got: "Pirsgirêka jinan pirsgirêkek beriya netewbûnê divê bê çareserkirine. Em di ferqa pêşdeçuna tevgera jinên kurd denin. Ez difikirim ku rêxistinbûna jinan ji tekoşîna nasnama netewî heya ji wê zêdetir giringe."
*Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel dorpêçên herêmê, înfazên sivîlan a ku ji aliyê polîsan ve pêk tê û berxwedana gel nirxand û wiha got: "Gelê Kurdistanê li dijî helwesta AKP'ê ya fazîzan li berxwedide'
