Bi hezaran welatî ji bo Sûrê li Deriyê Çiyê ne

15:19

JINHA

AMED - Bi hezaran welatiyên Amedê ji bo rewşa awarte ya li Surê hatî îlankirin û piştgiriyê bidin berxwedana gel li Qada Deriyê Çiyê kombûn.

Ji bo protestokirina rewşa awarte ya li navçeya Sûra Amedê hatî îlankirin protesto bikin bi hezaran welatiyên Amedê li Deriyê Çiyê kom bûn. Welatî hewil didin jibo têkevin taxê. Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen barîkatên polîsan derbas kirin û bi rayedarên polîsan re hevdîtinê dikin.

(ba/zt)