ROJEVA 15 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:00
*Hayat Hacî Xanima ku 9 mehan dûcanîbû û ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê tevî dapîra hevsera xwe û hevser, 3'ê zarok û xweşka xwe ve reviyan neçar ma di rêde zarokê xwe bîne dinê. Hayat ku bi rojan birçî û têhin neçarî revê mane bi alîkariya gerîllayên jin tevî malbatê digêje Kampa Newrozê. Hayat her çiqas travmayên ku jiyaye derbas nekiribe jî anî ziman ku ew hewldide xwe bi jiyanê bigre.
*Îro 15'ê Îlonê; salek li ser berxwedana Kobanê ya dîrokî borî. Kobaniyan diyar kirin ku bi êrîşên li ser Kobanê gelê Kurd cardin rastî îxanetê hatiye lê hemû planên qirêj bi berxwedaniya mezin hatî vala derxistin. Kobaniyan her wiha êrîşên ser Cizîrê jî nirxandin û wiha gotin: "Di bin êrîşa Cizîrê de binkeftina 15'ê Îlonê heye."
*Weke demboriyê niha jî şerê li hermerî kurdan hatî despêkirin herî zêde welatiyên li zozanan dijîn bandor dike. Jinan diyar kirin ku li gel tindiya ser wan tê kirin jî ewê zozanên xwe neterikînin û li gel her tiştî jî daxwaza wan aştiye.
*Jinên Êlihê li hember qirkirinên zêde dibin dengê xwe yê aştiyê bilind dikin. Ayşe Çelik a 65 salî got: "Ew di nava sarayê de bi kevçiyê zêr xwarinê bixwin, ez li gel vî temenê xwe yê mezin di nava xwihdanê de bixebitim ji bo zarokên xwe xwedî bikim ew bên qetilbikin û barêjin girtîgehan. Emê cardin biqêrin û em her dem diqêrin aştî aştî aştî. "
*Derhênera filîmê 'Dayikên12'ê Îlonê' yê ku dayîkên di darbeya 12 Îlon 1980'an de di bin çav de zarokên xwe wenda kirine vedibêje Sevîm Erdem anî ziman ku di fîlmê12'ê Îlonê de dayik şahidiya pevçûna wê demê dikin û got: "Di hindir de li hemberî şidet, zordestî, îşkence û zilmê berxwe didan dayikan li ber derî tekoşin û berxwe didan wan bi hev re hevpar dikir."
