Arzu ya ku ji qata 8'an ket jiyana xwe jidest da
14:27
Îlon
15
/ 2015
JINHA
EDENE - Hat îdiakirin ku Arzu Er a ku ji qata 8'an ketî û jiyana xwe jidest dayî întihar kiriye.
Azru Er a 40 salî ku li navçeya Seyhana Edenê dijî ji qata 8'an a avahiyê ket û jiyana xwe jidest da. Arzu ya ku 3 sal berê ji hevserê xwe cuda bûyî û bi zaroka xwe ya 9 salî re tinê dijî pirsgirêkên wê yên derunî hene. Hat îdiakirin ku Arzu derketiye balkona malê û ji wê xwe avêtiye. Ji bo otopsiyê cenazê Arzu rakirin Saziya Tiba Edliya Edeneyê.
(zt)
