Rapora ku ser sucê şerê yê ser gelê kurd tê kirin hatî amadekirin pêşkêşî NY yê hat kirin

11:38

JINHA

HEWLÊR - Li hember polîtîkaya şerê AKP'ê ser gelê kurd dayî despêkirin bertek zêde dibin. Li Hewlêrê Rexistinên civak sivîlan rapora ku amadekirî bi daxuyaniyekê bi NY yê re par kirin.

Bi pêşengiya rêxistinên civaka sivîla Başurê Kurdistanê li ber avahiya NY yê ya bajarê Hewlêrê yê Herema Federala Kurdistanê bi boneya piştevaniya Bakurê Kurdistanê daxuyanî hat dayîna çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Nunerên Tevgera Azadî, Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan PZK, Partiya Komunista Kurdistan û gelek welatî amadebûn.

Di Daxuyaniyê de wiha hat gotin; "AKP li bajarê Bakurê Kurdistanê gelê sivîl bê sebeb ji ehlaq û mirovahiyê dur qetilkirin." Di daxuyaniyê de ji bo şerê li hemberî gelê Kurd hati destpêkirin bi dawî bibe û bi diyalogê runên li ser masa müzakerê bang li NY yê hat kirin ku hinek tindî ser AKP'ê bike.

Piştî daxuyaniyê heyeta hat avakirin bi rêveberiya nunerên NY yê re hevdîtin pêkanîn û rapora daxwazan pêşkêş kirin.

(ha/zt)