Li Amedê polîsan gel gulebaran kir û zarokê 13 salî qetilkirin

15:02

JINHA

AMED - Li navçeya Rezanê polîsan ligel bûyer tunebû jî gule reşandin. Di encama gulebaranê de zarokê 13 salî A.D jiyana xwe ji dest da û O.D jî bi giranî birîndar bû.

Li navçeya Rezana Amedê şevê din li taxa Korhatêpolîsan ligel qet bûyer tunebû jî rasterast gule li hawirdorê reşandin. Di encama gulebarana polîsan de zarokê 13 salî ya A.D jiyana xwe ji dest da û O.D yê 17 salî jî bi giranî birîndar bû. Hat zanîn ku cenazeyê A.D rakirine morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Dîcleyê.

(zt)