ROJEVA 18 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ
09:00
*Endama Şaxa ÇHD'ê ya Edeneyê Beyhan Guneyli ku li Cizîrê lêkolînan kir, dîmenên dijmirovahî ku dît vegot. Beyhan da zanîn ku divê ji bo Cizîrê heyet bên avakirin û got divê AÎHM demildest heyetek rê bike û tişta ku pêwist be pêk bîne
*Ji Tirkiyê ber bi Yunanistanê ve her roj herî kêm 600 penaber dikevin ser rêya mirinê. Gelek caran bi binavbûna botan gelek penaber jiyana xw jidest dedin. Bi bot û êlegçn suxte dikevin ser rêya mirinê.
*Komela Şêwirmendî û Piştevaniya Rojava di cejna qurbanê de banga ji bo qurbanê xwe şandina Rojava kirin.
*Li ser banga BİKG'ê ji gelek bajaran jin li hember qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê 9 rojan peyîwendiyê wê ji cîhanê hatî birîn di wê demê de 23 sivîlan jiyana xwe jidest dayîn diçin Cizîrê. Jinên ku dê di 20'ê Îlonê de li bajêr bin gotin: "Emê bi jinên Cizîrê re xeyalên xwe bihonin."
*Hevberdefka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ji bo Roja Heskîfê ya Cîhanê banga beşdariyê kir û got: "Li ser Çemê Dîcle yê jiyanê dide Mezopotamyayê bi navê bendava Ilisuyê projeya çêkirina HES'ê heye. Em bang li hemû gelan û tevgerên ekolojiyê dikin di serî de Heskîf ji hemû qirkirinên cîhanê, qirkirinên xwezayê û qirkirinên xwezayê re bêjin bese."
*Li Edeneyê mêrê ku şîdet li hevsera xwe kir pêşî hat şiyar kirin piştî ku negirt dîqetê ji hêla yekîneya parastina cewherî YDG-K ve hat ceza kirin.
*Hûlo ya çolî a ku di kontarê çiyayê Geliyê Zîlan de şîn dibe ji gelek nexweşiyan re dermane. Hûlo di payîzê de dipije, herî zêde ji nexweşiyên şekir û kilsgirtinê re baş tê.
