Jin ji bo bi hev re xeyalan avabikin ketine rê
10:06
JINHA
STENBOL - Li ser banga BİKG'ê ji gelek bajaran jin li hember qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê 9 rojan peyîwendiyê wê ji cîhanê hatî birîn di wê demê de 23 sivîlan jiyana xwe jidest dayîn diçin Cizîrê. Jinên ku dê di 20'ê Îlonê de li bajêr bin gotin: "Emê bi jinên Cizîrê re xeyalên xwe bihonin."
Li ser banga Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BİKG) di serî de ji Stenbol, Enqere, Îzmîr û gelek deverên dinê jin dê 20'ê Îlonê li Cizîrê bin. Dê jin li hember qedexeya derketina kolanan a 9 rojan li Cizîrê berdewam kir û di encamê de zarok jî di navê de 23 sivîlan jiyana xwe jidest dayîn li Cizîrê bêjin; "Em ji bo deng derbixin hatine." Jinên ku dê ji gelek bajaran têkevin rê di 20'ê Îlonê de dê li Mêrdînê bin û ji bo xwedîderketina li berxwedanê ber bi Cizîrê ve têkevin rê.
Girêdayî amadekariyan aktîvîsta BÎKG'ê Sevgi Înce wiha axivî; "Ji bo ku çek bêdeng bibin, aştiyek birometê bê avakirin em jin di aliyê pêvajoya muzakereyan de bûn alî. Her wiha em li hemberî hovîtiya DAIŞ û yên weke wê bi hovîtî ser mirovahî û tayîbetî ser jinan de tên, ser gelên elewî, êzidî, kurd, tirkmen û ereb de tên in."
'Em bû şahidê bûyerên salên 90'an tînin hişê mirovan'
Sevgî anî ziman ku di meha remezanê ya sala derbasbûyî de li hembker êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ew weke BÎKG çun Pirsusê û wiha domand: "Ji wê rojê heya niha em tenê tiştekê dibêjin, êrîşên ser Kobanê û Rojava bi kirinên AKP'ê yên li vêderê dikin û astengiyên li hember pêvajoya muzakereyan heman tiştin. Me şiyarî kirin û îro em li ber çavan girtina şiyariyên xwe dijîn." Sevgî bilêv kir ku bi qirkirinên li Kurdistanê berdewam dikin û hewlên lîncê wan şahidiya kirinên salên 90'an tînin hişê mirovan kirine. Sevgî destnîşan kir ku ew li aliyê Tirkiyê bûne şahidê êrîşên ser avahiyên HDP'ê, hewlên lîncê û li Cizîrê jî bûne şahidê bûyerên di ti welatên Demokrat de neyên dîtin.
'Emê hêvî û êşên jinan par bikin'
Sevgî di derbarê bernama hevdîtinê de jî ev agahî da; "Em şahidin, Em şahidên kirinên li Cizîrê û deverên dinê hatine jiyankirinin. Em êdî dizanin. Emê jin ji bo piştevaniya jin û zarokên Cizîrê, ji bo hêvî û êşên wan parkirinê roja 19'ê Îlonê serê sibê saet di 10.00'an de emê li Sogutluçeşme yê emê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li Mêrdînê bi tevlîbûna jinên ji hemû bajaran emê ber bi Cizîrê ve têkevin rê. Emê kincên ji sembola aştiyê sipî li xwe bikin û bi gelek zimanan emê li ser qurdeleyên mor aştiyê binivîsin. Emê biçin taziyê û paşê li taxan bigerin. Emê bi jinên Cizîrê re xeyalên xwe bihonin. Aştî çawaye û divê çawan be emê aştiyê bipeyîvin."
(zt)
