Li Silopiya ciwanek bi giranî hat birîndar kirin
12:09
JINHA
ŞIRNEX - Li Silopî ciwanê bi navê Abdûlkadîr Karakaplan (19) ji aliyê guleyên wesayîta zirxî a polîsan ku li ser rêya diçe taxa Barbarosê ve bi giranî birîndar bû.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê ciwanê bi navê Abdûlkadîr Karakaplan (19) ji aliyê guleyên wesayîta zirxî a polîsan ku li ser rêya diçe taxa Barbarosê ve bi giranî birîndar bû. Piştî welatiyên derdorê Abdûlkadîr bi derfetên xwe birin Nexweşxaneya Dewletê a Silopî li vir mudaxaleye ewil hate kirin û ji ber rewşa giran a Karakaplan ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnex. Hate hînbûn ku Abdûlkadîr di emelîyatê de ye.
Ji aliyê din ve hate zanîn ku welatiyê bi navê Abdullah Vatgi ku Abdûlkadîr bi wesayîta xwe biribû nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Silopî.
(zt)
