Baroya Şirnexê ji bo Cizîrê serlêdana suc kir

15:40

JINHA

ŞIRNEX - Baroya Şirnexê ji bo tiştên li Cizîrê hatîn jiyankirin di derbarê Walî, Qeyîmeqam û hêzên dewletê de serlêdana suc kir.

Baroya Şirnexê têkîldarî navçeya Cizîrê ku di navbera 4-12'ê îlonê de rêveberiya awerte hate îlankirin û di nav de zarok jî heyî 21 kes hatin qetilkirin serî li dozgeriyê da û serlêdana suc kir. Baroyê der barê Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su, Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Adanur û hêzên dewletê yên di 4-12'ê îlonê de di nava nehiqûqiyên pêk hatin de cih girtin de serî li Dozgeriya Komarê ya Cizîrê dan û gilî kirin.

(zt)