Bêyî agahiya malbatan polîsan zarokên birîndar dane yurdê

18:03

JINHA

AMED - Li Rezana Amedê A.D. (14) bi çeka polisan bi giranî birindar bûyî bû. Dayika A.D. got ku polîsan kurê wê bêyî agahiya wan dane yurdê.

Beriya hefteyekê A. D. li Taxa Korhata Rezana Amedê ji aliyê polîsan ve bigiranî habibû birîndar kirin. A. D yê giran birîndarbûyî li Nexweşxana Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin. Piştî ku talokeya jiyana wî hat rakirin ew rakirin Nexweşxana Selahaddin Eyyubi. Paşê jî ew ji nexweşxanê bêyî malbatê rakirine birine yurdê. Dayîka A. D. Emîne diyar kir ku haya wan jê nebû kurê wan bêyî wan birine yurdê.

Dayika Emine da zanîn ku ewê serlêdanê bi hemû cihên peyîwendîdar bidin. Emine wiha pê de çu; ''Hîna tedawiya kurê min xilas nebûye çima birin yurdê. Ez nizanim dadgehê gotin min ku em kurê te nîşanî te nadin û emê piştî cejnê bibin bajarek din. Min kurê xwe bi zehmetiyan mezin kir. Îro ji dewlet radi be kurê min ji min digire ev dadek çawa ye; li kolanan hina zarokên birçî û pêxas hene. Çima pêdivî bi xwedîderketina kurdê min dibîne?"

(zyd/zt)