ROJEVA 19 YÊ ÎLONA 2015'AN A JINHA YÊ

10:05

*Asayîşa Jinên Rojava li bajarê Serêkaniyê bi hêzê xwe pirsgirêkê jinan çareser dikin û jinên bajêr ji vê yekê memnûnin. Rêveberiya Asayîşa Jinê ya bajêrê Serêkaniyê Xalya Berkel diyar kir ku ew wek Asayîşên Jin 100 doz çareser kirine.

*Di têkoşîna jinan de navek nû Rûyê Cîhanê yê Jinan: Jinan da zanîn ku ji bo ew bibin hêviya tevahiya jinan ketine rê û wiha gotin: "Ji bo ku em li gel jinên ku bûne mexdûrê şer Cizîrê bin, ji bo ku em li gel jinên ku li Hopa yê bune maxdûrê lehiyê û ji bo ku em êşê jinên ku li Somayê hevserê xwe wenda kirine parvebikin û ji bo ku em ji qetilama jinan re bêjin bese em hatin ba hev."

*Aygûl Gencer li dijî zihniyeta mêr li Bêgirê dikana tuhafiye vekir û di heman demê de li navçeyê bu dukandara yekem a jin. Aygûl diyar kir ku divê jin bêy ku xwe girêdayî mêr bike xwe pêş bixe.

*Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ditirsin li Cizîrê modela Kobanê a ku di dîroka cîhanê de cih girtiye pêk were, her wiha anî ziman ku divê ji xweseriya cewherî neyê tirsîn û wiha got: "Em dibêjin ku li vir her mirovek bi ziman û baweriya xwe dikare xwe îfade bike. Gelê Cizîrê dibêje; Ez vê yekê tenê ji bo xwe naxwezim. Bila vîna min a cewherî, rêvebira min a cewherî hebe lê bilê bila yê gelê Semsûrê jî hebe."

*Rêveberên devleta Tirkiyê her ku keysê dibînin 'zarok pêşerojame ne' qîr dikin. Lê belê mijar were ser pratîkê tû gav nayê avêtin. Asya ê ku li Edenê yê dijî anî ziman ku mîna zarokên bi navê Dilan û Polat bi hezaran zarokê li Tirkiyê dijîn ji bo jiyana xwe û mesrefa dibistana xwe derxin havînê di şert û mercên zehmet de didin xebitandin.

*Endama Heyeta Îmralî û aktîfvîsta KJA'a Ceylan Bagriyanik destnîşan kir ku tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê rewşa welat ji nêz ve eleqedar dike û da zanîn ku tenê Abdullah Ocalan dikare konsepta şer a ku hikûmeta AKP'ê xistiye dewerê rawestîne. Ceylan balkişand ku tecrîd yek ji sedemên kurbûna şer e.