Li Dersimê li herêma operasyonê 3 cenaze hatin dîtin

14:54


JINHA

DERSIM - Hate îddîa kirin ku li herêmên duh li Dersimê hatin bombebaran kirin 3 cenaze hatine dîtin. Hate zanîn ji bo nasnameyên wan werin zelal kirin her 3 cenaze ji Saziya Tip a Edlî ya Meletî re hatine şandin.

Duh li Dersimê, Walîtî reya Pulur-Pilemuriye ji trafîkê re girtibû û piştî vê biryarê derdorê hin gundên Pulurê bi balafirên şer û helîkopterên tîpa Kobra hatibû bombebaran kirin. Li gor çavkaniyên herêmî li herêma ku hatiye bombebaran kirin cenazeyê 3 kesan hatiye dîtin. Hate zanîn her 3 cenaze jî şewitîne û piştî Fermandariya Cenderme ya Navçeyê ya Pulurê, ji bo diyarkirina nasnameyan ji Saziya Tip a Edlî ya Meletî re hatine şandin.

(rc)